• Friday, 29 March 2024
logo

Ji bo serokeşîrekî Kurd sifreya 2 hezar metreyî hat danîn

Gulan Media January 31, 2023 Civakî
Ji bo serokeşîrekî Kurd sifreya 2 hezar metreyî hat danîn

Di merasîma ji bo bîranîna yek ji şêxên Zîlanê Suleyman Bagdu de ku 17 sal berê li Êlihê di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da bû, sifreyek bi dirêjahiya 2 hezar metre hat danîn.

Her sal ji bo yek ji serokên eşîra Zîlanê Şêx Silêman Bagdu, ku di 30 Çileya 2006an de li gundê Bahazrikê yê ser bi navçeya Qûbînê li Êlihê di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da bû, merasîma bîranînê tê sazkirin.

Ji gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi hezaran kes beşdarî merasîma li ser Tirbeya Zîlan hat lidarxistin bûn.

Di merasîmê de sifreyeke bi dirêjahiya nêzîkî 2 hezar metre li erdê hat danîn. Bi dehan qurban hatin serjêkirin û ji mêvanan re hat pêşkeşkirin.

Selman Bagdu yê kurê Silêman Bagdu di bernameya bîranînê de got: “Weke merasîma bîranînê em her sal vê çalakiyê li dar dixin. Spas ji bo hemû beşdaran. Ez silavên xwe digihînim birayên xwe yên ku ji ber şert û mercên herêmî û xwezayî nekarîn werin. Ev çalakiyek e, û ez hêvî dikim ku her sal berdewam bike.”

Êrîşkar xizmên wî bûn

Di 30ê Çileya 2006'an de li ser rêya Sêrt-Êlihê di encama êrişeke çekdarî de Silêman Bagdu (53) û A. Latîf Engîn (57) jiyana xwe ji dest dan.

Di çarçoveya lêpirsînê de xizmên wî doktor Yavuz Tuzun, birayê wî yê mezin Husamettîn û xizmên wan Huseyîn Tuzun jî di nav de 8 kes hatibûn girtin.

 

Rudaw

Top