• Saturday, 20 April 2024
logo

Di salekê de 300 hezar kesan serdana Muzexaneya Şûnwarnasiyê ya Rihayê kirine

Gulan Media January 31, 2023 Hunerî
Di salekê de 300 hezar kesan serdana Muzexaneya Şûnwarnasiyê ya Rihayê kirine

Serdana xelkê û geştyaran bo Muzexaneya Şûnwarnasiyê ya Rihayê ku 200 hezar berhemên dîrokî lê hene zêde bûye û li gor daneyên fermî, di sala 2022an de 300 hezar kesan serdana wê muzexaneyê kirine.

Tevî ku bi giştî 200 hezar berhemên dîrokî li Muzexaneya Şûnwarnasiyê ya Rihayê hene lê belê niha tenê 10 hezar berhemên wê yên herî girîng bo geştyaran tên pêşandan.

Piranî jî ew berhem in ku di xebatên kolandinê yên li cihên dîrokî yên Rihayê de hatine derxistin.

Rêveberê Muzexaneya Şûnwarnasiyê ya Rihayê, Celal Uludag dibêje, “Berhemên di Muzexaneya Şûnwarnasiyê ya Rihayê de berhemên herî girîng ên cîhanê ne. Ew berhemên ku di encama xebatên li Girê Mirazan, Girê Keçel û projeyên girê keviran de tên derxistin li mûzexaneyê tên pêşandan.”

Muzexane di sala 2015an de hatiye vekirin. Ji wê demê ve roj bi roj zêdetir bala geştyaran dikşîne.

Celal Uludag, Rêveberê Muzexaneyê diyar dike, “Bi ragihandina 2019ê wek sala Girê Mirazan, di wê salê de Muzexaneya Şûnwarnasiyê ya Rihayê mazûvaniya 250 hezar geştyaran kiriye. Tevî ku ji ber rewşa Coronayê hejmara geştyaran kêm bû jî lê di 2021an de 200 hezar kesan serdana mûzexaneyê kirin. Sala 2022an jî rekora xwe ya geştyaran tomar kir û 300 hezar kesan serdana vê mûzexaneyê kirin.”

Muzexaneya Şûnwarnasiyê ya Rihayê li ser rûberê 60 hezar metrên çargoşe hatiye avakirin. Dîroka beşek ji berhemên wê vedigere bo 12 hezar sal berî niha.

 

 

Rudaw

Top