• Thursday, 25 April 2024
logo

Li Efrînê erdhejê ziyaneke mezin daye bendava Meydankê

Gulan Media February 7, 2023 Nûçe
Li Efrînê erdhejê ziyaneke mezin daye bendava Meydankê

 Bandora erdhejên ku navendên wan Mereşê ne li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê û bajarên Reqa, Idlîb, Heleb, Hema, Lazqiye û Tertûs Sûriyê zêde hat hîskirin, gelek xanî û avahî jî hilweşiyan. Herwiha erdheja li Efrînê ziyaneke mezin gihande Bendava Meydankê jî.

Li gorî zanyariyên Rûdawê li bajarê Efrînê zêdetirî 30 avahî û xanî wêran bûne, bi dehan kesan canê xwe ji dest dane.

Ji ber erdhejên ku navendên wan Mereşê ne li herêmên curbecur ên Rojavayê Kurdistan û Sûriyê herî kêm 870 kesan canê xwse ji dest dan û ji 2 hezar û 315an zêdetir kes jî birîndar bûn.

Li gorî wêneyeke ku çalakvanan li ser torên medyayî belav kirine diyar dibe ku seranserî bedena bendavê bi qasî mîtreyekê qelişiya ye û tê gotin ku dibe bendav ji kar bikeve.

Li gorî agahiyên ji pisporên bendavan hatine wergirtin, ev qelişandina bedena bendavê gelekî metirsîdare û bang li welatiyên nêzîkî çemê Efrînê kirin ku jê dûr bikevin.

Di sala 2021an de hinek agahî hatin belavkirin ku grûpên çekdar dixwazin ava gola bendava Meydankê vala bikin ji bo ku bendava Rîhaniyê ya li Tirkiyê tijî bibe. Tirkiyê bendava Rîhaniyê li ser çemê Efrînê ava kiriye.

 

Rudaw

Top