• Thursday, 28 March 2024
logo

Peyama Serok Barzanî bo cejna sersala Êzidiyan

Gulan Media April 19, 2023 Nûçe
Peyama Serok Barzanî bo cejna sersala Êzidiyan

Serok Barzanî hêviya bexteweriyê bo Êzidiyan dixwaze.

Serok Barzanî bi minasebeta cejna sersala Êzidiyan peyameke pîrozbayî pêşkêş kiriye ku, ev jî tekesta vê peyamê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi minasebeta hatina cejna serê sala ola Êzidî (Çarşema Sor), germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xûşik û birayên Êzidî dikim û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo wan dixwazim.

Hêvîdarim tevahiya cejn û xweşiyên xwe di rewşeke aram û pir ji bextewerî de pîroz bikin û dawî bi wan êş û azaran bê ku berî çend salan ji ber zulma terorîstan û koçberî û derbederiyê dîtibûn.

Bimînin di xêr û xweşiyê de

Mesûd Barzanî

18ê Nîsana 2023

Top