• Thursday, 25 April 2024
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Bazara Hewlêrê kir

Gulan Media April 19, 2023 Nûçe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Bazara Hewlêrê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Bazara Hewlêrê kir û di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re ragihand, ji bo ku gel bi aramî bijîn, çi ji destê wan tê dikin.

Bi mebesta agahdarbûna ji rewşa bazar û dikandaran û amadekariyên welatiyan ji bo Cejna Remezana pîroz, Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Bazara Hewlêrê kir.

Di serdana xwe de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Çayxaneya Meçko ku yek ji çayxaneyên kultûrî yên bajarê Hewlêrê ye û li nêzîkî Kelha Hewlêrê ye, ligel hejmareke mezin ji welatiyan hatin ba hev û tevî pirsîna rewşa wan, welatiyan wêneyên yadgarî ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî girtin.

Ev di demekê de ye ku êvara roja yekşemê 16ê Nîsana 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bazara Hewlêrê xwarinek pêşkêşî hejmareke bazirgan, pîşesaz û dukandarên bazarê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotarekê de bi xêrhatina beşdaran kir û got: “Em li ser navê we hemûyan spasiya Pêşmergeyên qehreman dikin ku bi saya em dikarin bi aramî bijîn û li cihekî wiha li hev kom bibin.”

Mesrûr Barzanî herwiha got: “Em bejna xwe li hember hemû şehîdan û malbatên wan ên serbilind ditewînin û em deyndarê wan in.

 

K24

Top