• Tuesday, 16 April 2024
logo

Li Mêrdînê di dawetekî de du malbatan li hevdan: 11 kes birîndar bûn

Li Mêrdînê di dawetekî de du malbatan li hevdan: 11 kes birîndar bûn

Li navçeya Reşmilê ya ser bi parêzgeha Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê, di dawetekî de, di navbera du malbatên ku nakokiyên wan li gel yek heyî şer û pevçûn derket û bi mase û kursiyan û çekan li hev dan û 11 kes birîndar bûn.

Li taxa Bahçebaşi ya navçeya Reşmilê ya Mêrdînê di dawetekî de di navbera malbatên Acu û Çavuşoglu de nîqaşa ku derket vegerya şer û pevçûnê.

Li gor çapemeniya Tirkiyê di wî şer û pevçûnê de herdu aliyan bi mase, kursî û çek li hember hev bikaranîn û 11 kes birîndar bûn.

Li ser agahdar kirinê gelek tîmên polîs û tîmên tenduristiyê geheştin cîhê bûyerê û piştî destwerdana polîs ew pevçûn bi dawî hat.

Hat ragehndin piştî bûyerê ji birîndaran 10 kes ji nexwaşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Mêrdînê re hatin veguhestin, birîndarek jî ji nexwaşxaneya dewletê ya Koserê re hatiye veguhestin.

Derbarê bûyerê de lêkolîna polîs destpê kir û ji bo girtina wan kesên beşdarî wî şerî bûne polîs dest bi xebatê kir.

 

Rudaw

Top