• Thursday, 25 April 2024
logo

Li Amerîkayê otomobîla bê şofêr ji bo paqijkirina kolanan tê bikaranîn

Li Amerîkayê otomobîla bê şofêr ji bo paqijkirina kolanan tê bikaranîn

Li Bendera Newwalk a li eyaleta New Jersey ya Amerîkayê teknolojiyeke nû ji bo paqijkirina kolanên bajêr tê bikaranîn. Otomobîleke bê şofêr li kolanan digere û zeviyê pak dike.

Dema du heftiyan e ku ew otomobîl di ezmûnkirinê de ye.

Igana Chew McBeech, şarezayekî teknolojyayê dibêje: “Otomobîlên belav ên pakkirina kolanan niha tenê di rojên karkirinê yê heftiyê de kar dikin. Ev teknolojya alîkar e da ku em xizmetguzariyê ji bo şev û rojên bêhnvedanê jî zêde bikin.”

Ev otomobîla robot, ji aliyê Kompanyaya “Tombya Teknolojî” ve, hatiye dirustkirin, ku kompanyayeke Finlandî ye. Herwiha ev robot, di her seqayekê de dikare kolanan paqij bike. Bi elektrîkê jî kar dike û li gor pakkerên nerîtî, gelekî bêdeng e.

Rêveberê Kompanyaya Trombyayê, Ante Nikkanen derbarê wê wesayita robot de dibêje: “Bila em zelal bin, otomobîla bê şofêr a pakkirina kolanan, heman awayê melkesa elektrîkê ya zîrek a nav malan e, bi her kesî xweş e ku li cem hebe. Ev teknolojî dê gelekî alîkar be di paqijkirina cihên giştî de.”

Leza wê digihêje çar kîlometreyan di demjimêrekê de, û bi piştgirêdan bi hesteweriya sê-rehendî, ew tiştên derdora xwe ji hev cuda dike.

 

Rudaw

Top