• Saturday, 27 April 2024
logo

Pîranşar: Cara yekem Festîvala Şanoya Kolanan birêve çû

Pîranşar: Cara yekem Festîvala Şanoya Kolanan birêve çû

Cara yekem e li Pîranşar a Rojhilatê Kurdistanê, Festîvala Şanoya Kolanan birêve çû.

Di Festîvala Şanoya Kolanan a ku 3 rojan berdewam kir de, 14 şanoyên cuda hatin pêşkêşkirin. Şanogerên bajarên Pîranşar, Bokan, Xoy, Tîkab û Miyanduawê beşdar bûn. Şanoyên xwe bi zimanên Kurdî û Farsî pêşkêş kirin. Wan zêdetir bal kişandin ser kêşeyên civakî.

Yekem car e li Pîranşarê Festîvala Şanoya Kolanan birêve çû. Festîvalê sê rojan berdewam kir û 14 şanoyên cuda hatin nîşandan. Di şanoyan de girîngî bi pirsgirêkên civakî hat dayîn.

Welatî Nîma Hesenzade li ser Festîvala Şanoya Kolanan hestên xwe anîn ziman, “Ji hemû bajaran beşdarî hebûn, ji Bokanê, Mehabadê, Tikab, Miyanduaw, Nexede. Bi rastî gelekî xweş bû ku behsa pirsgirêkên civakê dikirin.”

Mihemed Hisênî jî li ser mijarên ku di şanoyan de hatine nîşandan got, “Behsa pirsgirêk, derd, kolberan, êşan mirovan dikirin. Divê dewlet û xelk piştevaniya hunermendan bike.”

Şanogerên bajarên Pîranşar, Bokan, Xoy, Tîkab û Miyanduwê beşdar bûn. Şano bi zimanên Kurdî û Farisî li sê cihên cuda hatin pêşandan. Şanoger dibêjin wan hewl daye mijarên girîng ên civakê derxînin pêş.

Şanoger Selman Rehguşa got, “Şanoyeke me ya bi navê Kontakt heye ku behsa şer û pevçûnên di nava civakê de dike.”

Şanogerên Rojhilatê Kurdistanê girîngiyê didin pêşxistina şanoya kolanan. Şanoger dibêjin ew dixwazin şanoyan di nava xelkê pêşan bidin da ku peyam bigihîne wan. Şanoger di wê baweriyê de ne bandora zimanê hunerî li ser mirovan zêdetir e.

Şanoger Wirya Şakirî jî anî ziman, “Li şûna ku di nîşandanekê de rûnin bi saetan temaşe bikin bi nîşandana şanoyeke li ser kolanan dikarin zêdetir bigihêjine xelkê. Em dikarin bi nîşandana şanoyan li ser kolanan temamî êş û kul û derdan nîşan bidin.”

Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê paytexta şanoya kolanan tê naskirin. Şanogerên ji bajarên din dixwazin li bajarê xwe vê hunerê pêş bixin. Beşdarên Festîvala Pîranşarê dibêjin, xelkê bi germî pêşwaziya festîvalê kiriye.

Rêveberê Grûpa Şaniyê ya Hewar li Kerkûkê Nejad Necim anî ziman, “Yek ji mijarên herî girîng çawaniya bersiva bîneran e.”

Yekemîn festîvala şanoya kolanan li Pîranşarê roja Înê bi dawî bû. Di beşa dawî de li ser girîngiya şanoya kolanan panelek birêveçû.

 

Rudaw

Top