• Wednesday, 24 April 2024
logo

Biden: Em dixwazin hevahengiya xwe ya bi Tirkiyê re bidomînin

Biden: Em dixwazin hevahengiya xwe ya bi Tirkiyê re bidomînin

Serokê Amerîka Joe Biden ragihand, ew dixwazin wek du endamên NATOyê, bi Tirkiyê re hevahengiyê bidomînin.

Serokê Amerîka Joe Biden di peyamekê de bi boneya hilbijartina Recep Tayyîp Erdogan wek Serokkomarê Tirkiyê, ragihand, çavê wan li wê yekê ye ku bi Tirkiyê re li ser mijarên hevbeş kar bikin.

Serokê Amerîka got jî, ew hêvî dike ku bi Erdogan re rûbirûyî gefan bibin.

Duhî 28ê Gulana 2023an, Recep Tayyîp Erdogan di gera duyemîn a hilbijatinê de bi rêjeya ji sedî 52.14 dengan ji bo cara sêyemîn wek Serokomarê Tirkiyê hat hilbijartin.

 

K24

Top