• Friday, 26 April 2024
logo

Zanîngeha Selahedîn-Hewlêr di pêşbirkê de pileya duyemîn li ser asta cîhanê bidest xist

Zanîngeha Selahedîn-Hewlêr di pêşbirkê de pileya duyemîn li ser asta cîhanê bidest xist

Akademiya Huawei ICT li Zanîngeha Selahedîn-Hewlêrê pileya duyemîn di Pêşbirka Teknolojiya Cîhanî ya Huawei ya 2022-2023 de wergirt.

Rêvebera IT û Amaran li Zanîngeha Selahedînê Dr. Mardîn Abdullah Enwer ji K24 re ragihand, “Xula Heftem a Pêşbirka Teknolojiya Global Huawei ya 2022-2023 roja 27ê Gulana 2023an li bajarê Shenzhen ê Çînê bidawî bû. Em wekî Akademiya Huawei ICT li Zanîngeha Selahedînê, me pileya duyemîn li ser asta cîhanê bidest xist.

Dr. Mardîn got jî: “Di nîvfînala pêşbirkê de, bêtirî 120 hezar xwendekar ji zêdetirî 2 hezar zanîngehan li 74 welat û deverên cîhanê beşdar bûn. Pêşbirk jî di van waran de bûn: Network, Cloud, Computing, Dahênan, Awayê Smart û Hêza Dijîtalkirina Elektronîkî.

Amaje bi wê kir jî, Akademiya Huawei ya ICT li Zanîngeha Selahedîn-Hewlêr nûnertiya tevahiya Iraqê kir ku di nav de jî xwendekarên zanîngeha Selahedîn-Hewlêr, Zanîngeha Mûsilê û Zanîngeha Enbarê hebûn.

 

K24

Top