• Saturday, 27 July 2024
logo

Welatiyekî Sûrî li Hewlêrê akademiya muzîk, huner û dansê vekiriye

Welatiyekî Sûrî li Hewlêrê akademiya muzîk, huner û dansê vekiriye

Yezen Selamê welatiyekî Sûrî ye ku niha li Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê dijî û akademiyeke taybet a muzîk, şêwekarî û dansê vekiriye.

Wî bazriganî xwendiye lê piştî ku muzîkê bala wî kişandiye, çûye li Peymangeha Bilind a Hunerê li Şamê muzîk qedandiye û bûye pisporekî lêdana amûra ûdê.

Niha Yezen Selamê li Hewlêrê peymangeheke taybet bi muzîk, şêwekarî û dansê vekiriye û navê wê kiriye Ornîna.

Ew li peymangeha xwe bi awayekî akademîk xelkê fêrî muzîk û jenîna amûrên muzîkê dike.

Li peymangeha wî, dersên şêwekarî û peykersazî û dansê hene.

Ew welatiyê Sûrî ji Rûdawê re wiha behsa xwe û karê xwe yê li Hewlêrê dike:

“Ez Yezen Selamê me, xelkê Sûriyê me, ji paytexta wî welatî. Ji sala 2017an ve hatime Hewlêrê. Di meha 8an de yekem car bû min serdana Herêma Kurdistanê kir.

Xwendina min a sereke bazirganî ye, lê min li Peymangeha Bilind a Hunerê muzîk jî xwendiye, pisporiya amûra Ûdê.

Di destpêka sal 2018an de min wek mamosteyê muzîkê li dibistaneke navdewletî kar kir û li wî cihî min gelek hezkerên muzikê dîtin, lewma min hizir kir ku divê cihekî taybet hebe ku ev hezkerên muzikê bi rengekî akademîk fêrê muzikê bibin.

Piştî Coronayê êdî rewşa aborî ya deverê baştir bû, lewra me dest bi yekemîn gava xwe kir û ew jî peydakirina cihekî taybet bi projeya me bû.

Projeya me, akademeiyeke taybet bi muzîk, şêwekarî û dansê ye û ew bîroke ji Peymangeha Bilind a Huner û Muzikê herweha Peymangeha Bilind a Hunera Şanogeriyê li Şamê hat, ji ber ku ew herdu peymangeh di avahiyekê de bûn û hemû kar bi hevre dikirin.

Me navê Ornîna li akademiya xwe kir, ji ber ku Ornîna semakar û stranbêj bû û yekem kes bû stran gotine û me Ornîna bi riya peykerekî nas kiriye ku amûra Lîr di destê wê de ye.

Wate Ornîna navek e (wisa ye) ku hemû curên hunerê li xwe digire û em dixwazin akademiya me wan hemû curên hunerê li xwe bigre.

Me beşê mûzîkê heye ku fêrkirina stran û hemû curên amûrên muzikê li xwe digre, wek Ûd, Keman, Tembûr, Piyano, Gîtar, Def û gelek amûrên din. Herweha me beşek heye derbarê fêrkirina çawaniya tomarkirina dengan de.

Derbarê beşê şêwekariyê de, em xelkê fêrî hemû curên şêwekariyê dikin herweha peykersazî û karên destî jî. Ji bilî van beşan jî, me beşa semaya Baleyê û Zomba jî heye. Di heman demê de me beşê fotograferiyê jî heye.

Wek mamosta me nêzkî 15 mamosta hene, herweha me di van herdu mehan de pêşwaziya nêzîkî 40 şagirtan kiriye.

Divê her 5 salan ez pirsyarê ji xwe bikim, ez li kuderê me û divê piştre ez çi bikim.

Niha û piştî ku me dest bi projeyê kiriye, her dema ez deriyê Ornîna vedikim, ez ji xwe dipirsim, gelo Ornîna 2, şaxê 2an dê li kuderê be?”

 

Rudaw

Top