• Thursday, 28 March 2024
logo

Li Amerîkayê zaroka 4 salî bi çeka bavê xwe, li serê xwe da

Li Amerîkayê zaroka 4 salî bi çeka bavê xwe, li serê xwe da

Li eyaleta Georgîa ya Amerîkayê zarokeke keç ya 4 salî, bi çeka ku bavê wê li mal hêla bû, li serê xwe da û bi giranî birîndar bû.

Li gor nûçeya USA Today Rêxistina Grovetown ya Polîs di daxuyaniyekî de diyar kir, bavê 24 salî yê bi navê Davîon Danîels çeka xwe li qata jor dihêle û ji bo telefon axaftinê dadikeve qata jêrî.

Di daxuyaniyê de hat ragehandin, di wê navberê de keça 4 salî çekê digre destê xwe û li serê dide.

Herwaha di daxuyaniyê de hat ragehandin, zaroka ku ji aliyê malbatê ve ji bo nexwaşxaneyê hat rakirin, neştergerî jêre hatiye kirin û rewşa wê ya tendurustiyê di metirsiyê de ye û hat diyar kirin, di bûyerê de yek fîşek hatiye teqandin, lê demance bi awayekî ne yasayî hatiye guhertin û bi temamî hatiye otomatîk kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragehandin, bavê wê zarokê li xwe mikur hatiye ku demanceya 9 mîlîmetreyî ya fîşek lê barkirî, li erdê hêlaye û hatiye binçav kirin.

Hat ragehandin, Danîels bi sûcdariya "ji ber xirabî kirina asta duyemîn a li zarokan" û "li gel xwe rakirina çeka otomatîk ango xweber" tê sûcdar kirin û hat destnîşandikirin ku daxwaza kefaletê ya serbest berdanê jî hatiye red kirin.

Karbidestên bajarê Grovetown tekez kirin ku divê di mijara çekan de bêtir bi berpirsîyarî tevgerandin bê pêkanîn, "bi taybetî li jîngehên ku zarokên biçûk lê hene."

 

Basnews

Top