• Friday, 29 March 2024
logo

Îro Roja Cîhanî ya Zarokan e

Îro Roja Cîhanî ya Zarokan e

 Îro ango 1ê Hezîranê, li gelek welatên cîhanê wek roja Cîhanî ya Zarokan tê pejirandin û di vê rojê de merasîmên cuda yên taybet ji bo zarokan birêve diçin.

Herçend di asta cîhanê de çend rojên cuda yên ji bo zarokan hatine diyar kirin jî, lê 1ê Hezîranê li gelek welatên cîhanê wek roja zarokan tê pejirandin û li Herêma Kurdistanê jî gelek rêxistin û saziyên taybet ên zarokan hene ku ji bo bidestanîna mafên zarokan kar dikin.

Sala 1925ê di konferansekî cîhanî ya ji bo parastina mafên zarokan de roja 1ê Hezîranê wek roja cîhanî ya zarokan hate destnîşan kirin û bi fermî jî sala 1950yê ve li gelek welatên cîhanê 1ê Hezîranê bû roja cîhanî ya zarokan. Derveyî wê jî li çend welatekî di meha Adar û Nîsan û Gulanê de ew roj wek roja cîhanî ya zarokan tê qebûl kirin.

Derveyî wê Rêxistina Netewên Yekbûyî jî sala 1954ê roja 30ê Nîsanê wek rojekî taybet diyar kirin ji bo teşfîq kirina welatan a têgeheştina zêdetir a derbarê zarokan û xweş jiyan kirina wan. Herwaha federasyona Demokratîk a Navnetewî ya Jinên Yekitiya Sovyetê jî roja 22.11.1949ê 20ê Mijdarê wek roja cejna zarokan diyar kiribû.

 

Rudaw

Top