• Thursday, 25 April 2024
logo

Li Filistînê yekemîn Festîvala Helbestan a Girsorê birêve çû

Li Filistînê yekemîn Festîvala Helbestan a Girsorê birêve çû

Li bajarokê Qelendiya ya li başûrê Qudsê Festîvala Helbestan a Girsorê birêve çû.

Di Festîvala Girsor a Helbestê de 14 helbestvanên Filistînî beşdar bûn û her wiha helbestvanê Kurd Merwan Elî jî beşdarî festîvalê bû.

Merwan Elî bi xwe xelkê gundê Girsor ê nêzî Qamişloyê ye. Hejmarek rewşenbîr û hezkerên helbestê jî beşdarî festîvalê bûn.

Hin helbestvanên beşdar ji Rûdawê re behsa girîngiya Festîvala Helbestan a Girsorê kirin.

Helbestvana Filistînî Recaa Xanim anî ziman, “Ji bo min derfetek bû beşdarî Festîvala Girsor a yekem bibim. Bi hêvî me ku yekem be û paşê risteyek fesîval hebe. Beşdariya Girsor, beşdariya  kurdan li Filestînê, beşdariya Merwan Elî, heval û helbestvanê me yê bedew ne tiştekî xerîb e. Kurd bi dirêjahiya salan, hebûna wan li ser her bostekê ji xaka Filestînê û doza Filestînê hebûneke pir mezin bûye. Şervan û şehîdên kurd hebûn. Min bi xwe di zaroktiya xwe de şervan û şehîdên kurd di ber doza Filistînê de nas kirin.”

Helbestvanê Filistînî Elî Mewasî got, “Îro kombûneke me ya helbestê ya gelek ciwan hebû, li jêr navê gundê Girsor yê Kurdî, nêzî Qamişlo li bakurê Sûriyê. Zor Spas ji bo vê kêlîka ciwan ku min bi rizgarbûna Filistînê teşbîh kir ji ber ku Filistîn her tim cihekî mêvandariyê yê vekirîbû li ser asoyên Erebî û Îslamî yên şaristsanî û rewşenbîrî.”

 

Rudaw

Top