• Thursday, 25 April 2024
logo

Li Qoserê 30 xwendekar tevlî Pêşbirka Xwendina Helbestên Kurdî bûn

Li Qoserê 30 xwendekar tevlî Pêşbirka Xwendina Helbestên Kurdî bûn

 Li navçeya Qosêr a Mêrdînê ji 30 dibistanên navîn bi beşdarîya 30 xwendekarên Kurd Pêşbirka Xwendina Helbestên Kurdî hat lidarxistin. Pêşbirk bi serpereştiya Rêveberê Lîseya Ozcan Yildiz a Anadolu ya Îmam Xetîb a Qoserê û bi hevkarîya mamosteyên zimanê Kurdî hat sazkirin.

Temamî pêşbazan xwendarê dibistana navîn bûn. Beşek ji wan xwendekarên dersên bijarte yên Kurdî, beşek jî ne xwendekarên Kurdî ne û di pêşbirkê de helbestên klasîk û yên modern xwendin. Di encama pêşbirkê de xwendekara bi navê Siltan Tayan bi helbesta Melayê Cizîrî ya bi navê “Zanim Perîşan î Mela” bû yekemîn. Xwendekarên ku di pêşbirkê de bi ser ketin hatin xelatkirin.

Li navçeya Qosêr a Mêrdînê 3emîn Pêşbirka Xwendina Helbestên Kurdî birêve çû. Di sêyemîn pêşbirka ku  ji bo bîranîna Feqîyê Teyran hat rêkxistin de ji 30 xwendigehên navîn ên Merdîn, navçe û gundên  Mêrdînê 30 xwendekar weke pêşbaz beşdar bûn û ji helbestkarên klasîk û helbeskarên modern ên Kurd helbest xwendin.

Pêşbirk bi serpereştiya Rêveberê Lîseya Ozcan Yildiz a Anadolu ya Îmam Xetîb a Qoserê û bi hevkariya mamosteyên zimanê Kurdî hat sazkirin.

Rêveberê Lîseya Ozcan Yildiz a Anadolu ya Îmam Xetîb a Qoserê Tarik Yilmaz got, “Dema zarok bi zimanê dayikê dipeyîvin, dilê wan xweştir dibe, zanebûna wan bêhtir dibe, kêfa wan bêhtir ji zimanê wan re tê. Em jî dixwazin li temamî dibistanan zimanê dayikê were xwendin û nivîsandin.”

Di roja dawî ya pêşbirkê de 7 pêşbazên ku temamê wan xwendekarên keçik bûn man fînalê û wan li ser dikê careke din performansa xwe nîşanî beşdaran dan. Di encamê de Siltan Tayan bi helbesta Melayê Cizîrî a bi navê “Zanim Perîşan î Mela” bû yekemîn, Elîf Karaaslan bi helbesta bi navê “Ez Çi Bêjim” a Feqîyê Teyran bû duyemîn, Zeynep Tûxûç bi helbesta Melayê Cizîrî ya bi navê “Şox û Şengê” bû sêyemîn.

Xwendekara Yekemîn Siltan Tayan hestên xwe anîn ziman û got, “Min îro ji derba xençerê xwend ez pir kêfxweş im.”

Pêşbaz Hîcran Tokyay got, “Em Kurmanc in divê em Kurmancî bipeyîvin.”

Xwendekara Duyemîn Elîf Karaaslan anî ziman, “Ez sala borî bibûm sêyemîn, îsal jî bûm duyemîn.”

Xwendekara Sêyemîn Zeynep Tûxûç jî got, “Tiştekî pir xweş e, pir kêfa min hat.”

Di pêşbirkê de lijneya nirxandinê li gorî kostum û muzîka ku ji bo helbestê hatiye hilbijartin, xwendin û rîtm û hevahengiya helbestê, dîksiyon û bikaranîna zimanê Kurdî û li gorî performansa li ser dikê biryar dan û encam diyar kirin.

Mamosteyê Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê Dr. Kenanê Nado li ser pêşbirkê got, “Bi rastî ev encameke dersên hilbijartî ye. Me wextê kampanyayê de jî digot, ev ders gelek encamên wê hene, gelek girîng e û tesîra wê ji gelek aliyan ve heye ku ev jî nimûneyeke biçûk bû.”

Malbatên xwendekaran jî ji ber ku zarokên wan di pêşbirkek Kurdî de têkoşiyan kêfxweşî û dilşadiya xwe anîn ziman.

Dayika Pêşbazekê Cemîle Tokyay got, “Kurmancî dixwînin kêfa me hat. Ji bo kêfa wê were em pê re hatin, em gişt hatin vir.”

Dayika Pêşbazekê Rahîme Ozkerem anî ziman, “Divê meriv zimanê xwe ji bîr neke. Divê meriv zimanê xwe bipeyive. Zimanê Tirkî ji xwe li mektebê dielimin. Ji bo zarokên me zimanê xwe ji bîr nekin bira bi zimanê xwe bi zarokên xwe re xeber bidin.”

Dayika Pêşbazeke din Edîbe Ozkerem got, “Em di mal de bi zarokên xwe re bi Kurmancî xeber didin.”

Pêşbirk bi xelatkirina serkeftiyan û bi muzîka govendî û bi govenda beşdaran bername bi dawî bû.

 

Rudaw

Top