• Friday, 26 April 2024
logo

Di Gulanê de 40 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin

Di Gulanê de 40 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin

Li gor raporta Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin di Gulana îsal de 40 jin ji aliyê mêrên ku nasê wan in hatine kuştin û kuştina 22 jinan jî bi guman e.

Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin raporta xwe ya Gulana 2023an eşkere kir.

Li gor raportê meha borî 40 jin hatine kuştin û 22 jin jî bi awayekî bi guman mirî hatine dîtin.

Herwiha li gor raportê ji 40 jinan 7 ji wan ji ber ku xwestine xwe ji mêrê xwe berdin û lihevkirin red kirine hatine kuştin. 2 jin ji ber bûne sedema jihevcûdabûnê, 1 jin bi hinceta sîle avêtinê, 1 jin bi hinceta dengê zêde, 1 jin jî bi hinceta aboriyê û 28 jin jî sedema kuştina wan nehatiye diyarkirin.

Jin bi kîjan sedeman hatine kuştin?

7 - Ji ber xwestine derbarê jiyana xwe de biryar werbigrin

2 - Ji ber bûne sedema jihevcûdabûnê

1 - Bi hinceta sîle avêtinê

1 - Ji ber dengê zêde

1 - Aborî

28 - Sedem nehatiye diyar kirin

Jin ji aliyê kî ve hatine kuştin?

12 - Mêrê xwe

8 - Nas

7 - Xoşewîst

3 - Mêrê xwe yê berê

3 - Xoşewîstê berê

3 - Kur

2 - Xizm

2 – Bira

Li gor raportê jin herî zêde li malê hatine kuştin ku hejmara wan 30 e û ev jî ji %75ê kuştina jinan e.

Herî zêde jin li ku derê hatine kuştin?

30 - Mal

7 - Kolan 

1 - Otomobîl

1 - Cihekî xalî

1 - Ne diyar e

Top