• Friday, 29 March 2024
logo

Konsulxaneya Fransa ji girtina rojnamevanekî Fransî li Silêmaniyê nîgeran e

Konsulxaneya Fransa ji girtina rojnamevanekî Fransî li Silêmaniyê nîgeran e

Konsulxaneya Giştî ya Fransa li Herêma Kurdistanê ji girtina rojnamevanekî Fransî li parêzgeha Silêmaniyê nîgeran e. Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê jî, girtina rojnamevanê Fransî red kir û ragihand, ew ji bo parastina canê wî ji deverê hatiye dûrxistin.

Konsulxaneya Fransa di daxuyaniyekê de ragihand: “Em bi tundî girtin û zîndankirina rojnamevanekî Fransî û hevkara wî roja 2ê Hezîrana 2023an li parêzgeha Silêmaniyê şermezar dikin.”

Di hemberê de jî, Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, “Rojnamevanê Fransî yê bi navê Benoit Benjamin Joseph û wergêra wî roja 2ê Hezîranê serdana devera Gelale ya Mawetê kirine, hêzên asayişê jî ew agahdar kirin ku ev dever ji aliyê ewlehiyê ve, metirsîdar e û divê ji bo ewlehiya xwe di zûtirîn dem de ji wê deverê derkevin. Lê wan bi israr bûn ku derneketin, piştre ji jî aliyê hêzên asayîşê ve bi rêzgirtin serederî bi wan re hate kirin û daxwaz ji wan kirin ku ji bo parastina jiyana xwe ji deverê derkevin, ji ber ku dever di warê ewlehiyê de hesas e û di wê demê de jî dron li ser wê deverê difiriyan.

Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê tekez dike, “Bi rêzdarî serederî bi rojnamevanê Fransî hatiye kirin û ew bo Silêmaniyê hatiye veguhestin û me Konsulxaneya Fransa agahdar kir û ji ewlehiya welatiyê wan dilniya kir.”

 

K24

Top