• Friday, 19 April 2024
logo

Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwazekê arasteyî aliyên siyasî dike

Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwazekê arasteyî aliyên siyasî dike

Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwaz arasteyî aliyên siyasî kir ku rûpeleke nû vekin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dilşad Şahab ragihand duhî şemiyê ragihand, “Em bi navê Serokatiya Herêma Kurdistanê bang li hemû aliyan dikin ku rûpeleke nû vekin.”

Ev peyam Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li rûpela fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê ya li Facebookê hatiye belavkirin.

Ev daxwaz di demekê de ye, Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê roja 30î Gulana borî biryar da ku dirêjkirina temenê Parlamentoya Herêma Kurdistanê bo sala pêncemîn, ne yasayî ye. Her wiha got jî: Hemû biryarên Serokatiya Herêma Kurdistanê û parlamentoya Kurdistanê yên piştî bidawîhatina çar salên parlamentoyê derketine, wek pûç tên dîtin.

Di heman rojê de jî, Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed di daxuyaniyekê de daxwaz ji hemû alî û welatiyên Herêma Kurdistanê kir, ji bo lidarxistina helbijartinên paqij û dadperwerane bibin alîkar.

Herwiha bang li hikûmet û saziyên pêwendîdar kir ku ji bo serxistina vê proseyê jî, gavên pêwîst bavêjin û tekez kir, ya giring ji bo PDKê lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ye.

 

K24

Top