• Sunday, 16 June 2024
logo

Trump: Ne em û ne jî Îran ji bo rêkeftinê ne amade ne

Trump: Ne em û ne jî Îran ji bo rêkeftinê ne amade ne
Serokê Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê ragihand, hêj dem ji bo rêkeftina navbera Îran û Amerîkayê zû ye.



Donald Trump di twîttekê de spasiya hewldanên Serokwezîrê Japonê Shinzo Abe kir ku duh Çarşemî bi serdaneke du rojî gihîştibû Îranê, lê da xuyakirin, bi nêrîna wî hêj dem ji bo rêkeftina navbera Washington û Tehranê zû ye.



Trump got: “Spasiya hewlên Serokwezîrê Japonê dikim, lê belê hest dikim hêj gelek zû ye ku em hizir li rêkeftinê bikin.”



Trump tekez kir: “Îran amade nîne û em jî ne amade ne.”




Donald J. Trump

@realDonaldTrump
While I very much appreciate P.M. Abe going to Iran to meet with Ayatollah Ali Khamenei, I personally feel that it is too soon to even think about making a deal. They are not ready, and neither are we!

53.2K
9:21 PM - Jun 13, 2019
Twitter Ads info and privacy
20K people are talking about this

Serokwezîrê Japonê duh Çarşemiyê bi serdaneke du rojî gihîştibû Îranê û di yekem roja serdana xwe de bi Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî re civiyabû.



Shinzo Abe îro Pênşemî 13ê Hezîranê jî li gel Rêberê Komara Îslamiya Îranê Elî Xaminêyî hevdîtin pêk anî.



Li gor medyayên Îranê, di destpêka vê hevdîtinê de Shinzo Abe peyama Serokê Amerîkayê gihandiye Xaminêyî û jê re gotiye, Amerîka dixwaze pirsgirêk bi rêya danûstandinê bêne çareserkirin û naxwaze rejîma Komara Îslamî biguherîne.



Pêştir berdevkê hikûmeta Japonê ragihandibû, serokwezîrê wî welatî Shinzo Abe bi armanca kêmkirina aloziyan û navbeynkariya di navbera Îran û Amerîkayê de serdana Tehranê dike.


Rudaw
Top