• Sunday, 14 July 2024
logo

4emîn Festîvala Fîlman a Kobaniyê ya Navdewletî dest pê kir

Gulan Media September 10, 2023 Hunerî
4emîn Festîvala Fîlman a Kobaniyê ya Navdewletî dest pê kir

 Çaremîn Festîvala Fîlman a Kobaniyê ya Navdewletî îro li bajarê Bochumê yê Almanyayê dest pê kir.

Çaremîn Festîvala Fîlman a Kobaniyê bi belgefîlma “Kobanî di 134 Rojan de” dest pê kir.

Belgefîlma “Kobanî di 134 Rojan de” berhama Tora Medyayî ya Rûdawê ye û ji aliyê Omar Kalo ve hatiye amadekirin.

Biryar e festîval du rojan berdewam bike.

Herwiha di destpêka festîvalê de hunermendê binavûdeng ê ji Kobaniyê Miço Kendeş konserek da.

Bi gotina Rêveberê 4emîn Festîvala Fîlman a Kobaniyê ya Navdewletî Cengo Şerîf îsal ji 121 welatan 2 hezar û 165 fîlm ji festîvalê re hatin şandin.

Cengo Şerîf da zanîn ku ji wan 48 fîlm hatin hilbijartin û ketin komîteya dadweriyê.

Komîteya dadweriyê ya festîvalê dê 8 fîlman xelat bike.

 

Rudaw

Top