Li Rojhilatê Kurdistanê keçeke 14 salî ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin

Keçeke temen 14 salî li bajarê Rewanser a ser bi parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê birayê xwe ve hate kuştin.
Li gor nûçeyên ku îro 12.09.2023yê di torên civakî yên Rojhilatê Kurdistanê hatine belav kirin, keça bi navê Muna Aqayî ya 14 salî, ku hîn zarok ew zewicandine, li bajarê Rewanserê ji aliyê birayê xwe ve hatiye kuştin.
Li gor malperên mafê mirov li Rojhilatê Kurdistanê vê derbarê de ragehandine, Muna xwestiye ji hevjînê xwe cuda bibe û malbata wê ew biryar nepejirandiye û ji ber wê ew kuştine.
Basnews