• Saturday, 27 July 2024
logo

Li Şirnexê kesek kuştî hat dîtin: Bi destên wî ve pere hatine girêdan

Gulan Media September 15, 2023 Civakî
Li Şirnexê kesek kuştî hat dîtin: Bi destên wî ve pere hatine girêdan

Li navçeya Elkê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê kesek li mala xwe kuştî hat dîtin.

Li gundê Mezrayê yê Elkê, piştî ku xeber ji Nazim Syê 48 salî nehat standin cîranên wî çûn mala wî.

Cîranên wî dît ku Nazim S. bi çekê hatiye kuştin û bi destên wî ve pere hatine girêdan.

Cîranan agahî da peywirdaran û li ser vê yekê ekîbên cendirmeyan û yên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîma tenduristiyê tesbît kir ku Nazim Syê di bedena wî da şopên guleyan hene, miriye.

Tîma tenduristiyê termê wî ji bo otopsiyê rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

 

Rudaw

Top