• Saturday, 27 July 2024
logo

Li Mêrdînê kesekî birayê xwe kuşt

Gulan Media September 16, 2023 Civakî
Li Mêrdînê kesekî birayê xwe kuşt

Li navçeya Artukluyê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê kesekî birayê xwe bi çekê kuşt.

Li gor zanyariyan li taxa Kotekê ya navçeya Artukluyê ya Mêrdînê di navbera 2 birayên bi navên Orhan Çogala û Fehmî Çogala de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Piştî nîqaşê her du bira pev çûn.

Di pevçûnê de Orhan Çogala bi çiftê guleyek li birayê xwe da û ew bi giranî birîndar kir.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîman Fehmî Çogala bir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan ya Mêrdînê lê wî tevî hemû hewldanan canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku Orhan Çogala piştî bûyerê hatiye desteserkirin û karûbarên yasayî yên derbarê wî de berdewam in.

 

Rudaw

Top