Li Hesekê şer destpê kir
Şer di navbera hêzên rejîmê deye.
Li gor zaniyariyên taybet îro danê sibê li bajarê Hesekê şereke dijwar di navbera artêşa rejîma Sûrî û hêzên berevaniya nîştimanî yên ser bi rejîma Sûriyeyê ve şer û pevçûneke dijwar destpê kiriye.
Li gor zaniyariyan hêzên rejîmê û çekdarên ser bi koma berevaniya nîştimanî li Hesekê lihev dane, şer didome û dengê teqînên mezin li bajarê Hesekê tê bihîstin.
Beşek ji Hesekê weke bajareke mezin yê Rojavayê di destê HSD deye û beşeke din jî di destê çekdarên ser bi berevaniya nîştimanî deye û niha şer di navbera hêzên rejîm û berevaniya nîştimanî de didome.