• Wednesday, 29 November 2023
logo

Li Dîlokê du grûb pev çûn: Ciwanek hat kuştin

Gulan Media September 22, 2023 Civakî
Li Dîlokê du grûb pev çûn: Ciwanek hat kuştin

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê di encama pevçûna di navbera du grûban de ciwanekî  19 salî hat kuştin û kesek jî birîndar bû.

Bûyer îro sibehê li taxa Guneşê ya bajarê Dîlokê çêbû.

Li gorî agahiyan ji ber sedemek nediyar di navbera du grûban de nîqaş derket û piştre her du grûb pev çûn.

Di pevçûnê de çek jî hatin bikaranîn û ciwanekî bi nave Mustafa Yeter ê 19 salî bû û kesekî din birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristî û polîs çûn cihê bûyerê û kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şahînbeyê.

Lê tevî hewldanên bijîşkî Mustafa Yeter li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da. 

Hat ragihandin birîndarê din jî di çavdêriya hûr de ye û rewşa wî dijwar e.

Nasnameya kesên ku êriş kirine hîn jî nehatiye zanîn û derbarê bûyerê de lêkolîn hatine destpêkirin.

Hewlên polîsan ji bo girtina kesên tevlî bûyerê bûne berdewam in.

 

Rudaw

Top