• Sunday, 03 March 2024
logo

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî bersiv da: Eger Kurd dewleteke serbixwe bixwazin dê piştgirî hebe?

Gulan Media September 25, 2023 Nûçe
Berdevkê Neteweyên Yekbûyî bersiv da: Eger Kurd dewleteke serbixwe bixwazin dê piştgirî hebe?

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric got,“Haya me hemûyan ji dîroka dijwar a gelê Kurd heye.”

Stephane Dujarric da zanîn ku parastina mafên Kurdan erkê tevên wan dewletan e ku Kurd li wan deran dihîn û destnîşan kir ku “Divê rêz li mafên Kurdan ên mirovî û rûmeta wan were girtin.”

Stephane Dujarric diyar kir ku lazim e Kurd jî di nav de rêz li mafên hemû pêkhateyan were girtin û “Eger rêz lê nehat girtin jî em dengê xwe bilind bikin.”

Dujarric anî zimên ku NYyê piştî wê erdheja bihêz jî dev ji gelê Sûriyeyê bernedaye û got, “Em li Sûriyeyê man, me ti carî gelê wê tenê nehişt û em dê bi wan re bimînin.”

Nûçegihanê Rûdawê Sînan Tuncdemîr ji bajarê New Yorkê li avahîya sereke ya Neteweyên Yekbûyî bi berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbuyî Stephane Dujarric re hevpeyvîneke taybet kir:

Rûdaw: Stephane ez dizanim ku tu pir mijul î bi taybetî jî di van rojan de. Spas ji bo wextê te û beşdarbûna te ji bo vê hevpeyvînê. Ez hez dikim bi civîna giştî dest pê bikim. Hêvîya Neteweyên Yekbûyî (NY) çî ye? Armanca NY çî ye? Mijarên sereke çi ne îsal?

Stephane Dujarric: Ji bo vê derfetê spasiya Rûdawê dikim. Ez dizanim ku bi salan e Rûdaw karên Neteweyên Yekbûyî pir ji nêz ve rûmal dike. Loma ez pir kêfxweş im ku ez li vir im û ji temaşevanên we re diaxivim.

Tiştê herî girîng rizgarkirina armancên geşedana domdar e. Ango ew 17 armanc in ku di heft salên borî de hatin pejirandin û hema hema tevahiya hêlên jiyana me li xwe digirin wekî tenduristî, perwerde, mafên mirovan, desthilatî û yên dîtir jî.

Mijar ev e ku were piştrastkirin ev nexşerê ji bo cîhaneke çêtir e, ji bo vegera ser rêya rast e çimkî bi rastî Korona ji gelek hêlan ve pir bi giranî ziyan gihand me wekî perwerde, tenduristî û mafên keçan.

Loma divê em wan rizgar bikin. Bi baweriya min, îro di encama civînê de, daxuyaniyeke me ya siyasî ya pir baş li ser armancên geşedana berdewam hebû. Em dixwazin berdewam bikin û piştrast bin ku dê ew pabendî berdewam bike.

Rûdaw: Hûn hêvî dikin ku  serokên dewletan jî dema ku beşdarî civînê dibin wan mijaran bikin mijarên sereke.

Stephane Dujarric: Sekreterê Giştî dê civînê bi rê ve bibe. Ew dikare pêgeha xwe bi kar bîne, dikare hêzan kom bike lê di dawiyê de biryara ku divê were dayîn biryareke siyasî ye û serkirdeyên cîhanê yên ku salê carekê li vir dicivin, divê wê biryarê bidin. Desthilata Sekreterê Giştî nîne ku tu çareseriyekê ji bo pirsgirêkên cîhanê ferz bike.

Rûdaw: Gelo em dikarin bibêjin NY hêvîdar e?

Stephane Dujarric: Sekreterê Giştî pir rijd e. Loma li gorî min dê gelek mijar hebin ku divê ew gava li pêş Encûmena Giştî diaxive, wan gotûbêj bike. Ew derbarê rewşa cîhanê û kêşeyên dijwar ku em bi wan re rû bi rû dibin, xasma di keşûhewayê de û herwiha derbarê pirsgirêkên desthilatdariya navdewletî de pir zelal e. Digel vê jî, ew pir paşerojbîn e û dê di daxuyaniyên xwe de hin çareseriyan ji van pirsgirêkan re pêşniyar bike.

Rûdaw: Wekî ku tu jî dizanî hilbijartina Îraqê û herwiha hilbijartina Herêma Kurdistanê nêzik dibe di sala 2024 an de ye. NY dikare çi bike ku hilbijartin bi edaletî û ewlehî bibe?

Stephane Dujarric: Berpirsiyariya sazkirina hilbijartineke azad û dadmend bi awayekî sereke û bi tevahî dikeve stûyê kesên ku desthilatdar in û desthilata wan a niştimanî heye.

Em dê weke Neteweyên Yekbûyî nola her carê bi gelê Îraqê re bin û piştgiriyê bidin wan. Çi piştgiriya teknîkî be yan jî her piştevaniyeke din be ku ew bixwazin lê divê sazkirina hilbijartinan berpirsyariya desthilatdaran be. Em ji bo alîkariya gelê Îraqê li wir in.

Rûdaw: Pirsgirêka bûdceyê ya navbera Bexdayê û Hewlerê berdewam dike. Mesele hin caran ji bo demeke kurt tê çareserkirin lê dîsa berdewam dike. NY çi pêşnîyar dike û ev mesele divê çawa were çareserkirin?

Stephane Dujarric: Divê ew li hev bikin. Li gorî min, serkirdayetî ji lihevkirinê pêk tê. Pir girîng e ku serkirdeyên hemû aliyan rûnin û li hev bikin. Em hemû dizanin ku Îraq di çend dehsalên borî de, di gelek tiştan re derbas bû. Erkê serkirdeyan e ku piştrast bikin ku paşeroja gelê wan hatiye misogerkirin. Beşa wê ya girîng jî têkildarî mijara budce û dahatê ye.

Rûdaw: Ji ber pirsgirêka bûdceyê sivîl dimirin dema ku di navbera hikumetan de disekinin. Ev pirsgirêk bandoreke mezin li sivilan dike.

Stephane Dujarric: Mebesta min jî ev e. Divê serkirde serkirdatiyê bikin. Beşeke serkirdatiyê jî lihevkirin e û divê lê mikur werin ku berjewendiya ku divê her serkirdeyek li her devereke cîhanê bide pêş û navenda karê wî be, berjewendiya gel e. Divê bizane ku berjewendiya demdirêj a gel çi ye, daku piştrast bike ku welatê wî aram e.

Rûdaw: Di navebera Îran û Îraqê de jî tansîyon zêde dibe. Artêşa Îranê êrişî sînorê Îraqê dike. Tu vê meseleyê çawa dibînî. Gelo NY plan dike ku her alîyan re jî hevdîtînan bike?

Stephane Dujarric: Civîn dê civînên dualî bin. Merema min ev e, bi qasî ku ez dizanim, dê civînên cuda bin, ne ku her sê bi hev re beşdar bin lê ya girîng ew e ku rêz li yekparçeyiya axa her du welatan were girtin.

Divê rêz li yekparçeyiya axa Îraqê bê girtin. Em dizanin ku ev yekparçeyî çend caran ji aliyê welatên cuda ve û di demên cuda de hatiye binpêkirin. Tiştekî sereke ye ku divê rêz li vê yekparçeyiyê were girtin.

Her wisa, divê her du alî tiştekî nekin ku aloziya navbera wan zêde bike. Pêwîst e em rêyekê ji bo kêmkirina aloziyê bibînin li wê devera cîhanê ku alozî lê heye û pêkan e ku tişt bi lez ji dest derkevin.

Rûdaw: Wekî ku tu jî dizanî rejîma Îranê li hemberî welatîyên xwe bixwe bi tundiye bi kar tîne, bi taybetî jî li bajarên Kurdan vê dike. Hûn dikarin çi bibêjin?

Stephane Dujarric: Ez dubare dibêjim, berpirsiyariya her hikûmetekê ye ku gelê xwe biparêze, bêyî ku guh bide nijad, ol û paşxana wan. Li ser mijarên kêmnetewe û jinan, me bi berdewamî, di çend hilkeftan de, dilgiraniya xwe li ser rewşa mafên mirovan li Îranê aniye ziman.

Herwiha, me ew kiryarên terorîst ku êrişî hin cihên pîroz hatiye kirin, şermezar kirin. Dema ku çavê Sekreterê Giştî bi berpirsên Îranê ketiye, mijara mafên mirovan di nav wan mijaran de bû ku wî berdewam behs kiriye.

Rûdaw: Wekî ku tu jî dizanî Kurd di cîhanê de yek netewe ku hejmara wan ewqasî zêde û bê dewlet in. Em li wir behsa ji 40 milyonî zêdetir kesan dikin. Herwiha kursîyan wan li NY tune. Tu wisa difikirî ku ev edelat e? Kurd çawa dikarin denge xwe bidin bihîstin?

Stephane Dujarric: Bi baweriya min, hin pirsên cuda li vir hene. Yek ji wan ev e: “Têgeha ka kî dibe welatê endam? Kî tevlî nav Neteweyên Yekbûyî dibe?” Divê welatên endam bixwe vê biryarê bidin. Haya me hemûyan ji dîroka dijwar a gelê Kurd heye.

Eger em rewşê wekî ku niha heye wergirin ku em dizanin gelê Kurd li ser navçeyekê belav bûye ku çend welatên cuda li xwe digire. Wê demê erkê hemû welatên ku Kurd lê dijîn parastina mafên pêkhateyan e, çimkî pêkhateyek heye ku li her derê be, rêz lê tê girtin û divê rêz li mafên wan ên mirovî û rûmeta wan were girtin.

Rûdaw: Ger Kurd nikarin li vir werin pêşkêşkirin hûn nikarin dengê wan bibihîzin û pirsgirêkên wan li wir dê bisekinin. Ev dê çawa alîkarîya Kurdan bike? Divê NY û rêxistinên naveneteweyî zêdetir alîkariyê bikin?

Stephane Dujarric: Desthilata Sekreterê Giştî ya cudakirina welatan û dayîna hemwelatîbûn an endamtiyê nîne. Ev mijarek e ku divê welatên endam bixwe biryarê li ser bidin lê gelek welat jî hene ku pêkhateyên mezin li wan hene. Erkê van welatan e ku dema li qada navdewletî diaxivin, piştrast bikin ku dengê van pêkhateyan jî digihînin.

Rûdaw: Em bi vê awayî bibêjin di paşerojê de ev meseleye dê biguhure yan jî na?

Stephane Dujarric: Binêre, ne karê min e ku ez pêşbîniya siberojê bikim. Ez tenê dikarim ji bo xelkê niha têkildar bim û wan piştrast bikim ku mafên mirovan tên parastin û rêz li rûmeta wan tê girtin.

Rûdaw: Tu dibêjî NY di paşerojê de dê alîkarîya Kurdan bike ger Kurd hez bikin bibin dewleten serbixwe? Sekretere giştî dê piştgiriyê bide?

Stephane Dujarric: Ev girêdayî wê yekê ye gava em qala NY dikin, girîng e ku em bizanin tu qala çi NYyê dikî çimkî NY Sekreterê Giştî ye, Encûmena Giştî ye û Encûmena Ewlehiyê ye. Beşên wê yên cuda hene. Ez tenê dikarim li ser navê Sekreterê Giştî biaxivim.

Ne karê Sekreterê Giştî ye ku vê biryarê bide. Pêvajoyek heye û bi rêya wê welat û navçe dikarin doza endamtiyê bikin û ev di peymannameyê de jî heye lê Sekreterê Giştî tevlî pêvajoyeke wiha nabe.

Ez dubare dikim, ne karê wî ye ku binêre û bibîne ka pêkan e çi biqewime yan neqewime. Niha bala me li ser wê yekê ye ku em piştrast bikin ku mafên hemû pêkhateyan, gelê Kurd jî di nav de, li ku derê bijî, rêz lê were girtin û eger rêz lê nehat girtin jî, em dengê xwe bilind bikin.

Rûdaw: NY û rêvebirên Kurdan di pêwendiyê de ne? Pêwendiyeke çawa heye?

Stephane Dujarric: Em li Rojhilata Navîn, li welatên cuda ku Kurd li wan dijîn hene. Wekî tu jî dizanî, NY li Îraqê ye û li Kurdistana Îraqê ye jî. Ez dizanim ku pêwendiyên me li ser asta herêmî û federal jî hene.

Rûdaw: Pêşnîyarîyeke we ji bo Tirkîyê, Îran, Îraq û Sûrîyeyê heye ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kurdan?

Stephane Dujarric: Ev pirsgirêkeke aloz e. Ev yek ji pirsgirêkên ku ji hêla dîrokî ve aloz e. Bi dîtina min, şîreta me di vê demê de ew e ku em piştrast bikin ku rêzê li rûmet û mafên mirovî yên gelê Kurd li her cih û welatekî ku lê dijîn, digirin.

Rûdaw: Şerê Sûrîyeyê ji 12 salan zêdetir e didome? Çi kêmasî heye ku NY, welatên mezin niakarin şer bi dawî bikin?

Stephane Dujarric: Şanderê me yê taybet Ger Pedersen heye ku li ser rêyeke siyasî kar dike, bi awayê ku di biryara 2254an de hatiye zelalkirin. Encamên ku hatine bidestxistin hene lê diyar e ku pêwîstiya me bi vîna siyasî ya zêdetir ji aliyê kesên desthilatdar heye.

Pêwîstiya me bi nîşaneke hevgirtîtir ji Encûmena Ewlehiyê heye. Em hemû dizanin ku Encumena Ewlehiyê halê hazir pir parçe bûye lê ev dawiyeke siyasî ye. Ev rewşeke wiha ye di nav welatên endam de ku em ji bo kêliyekê jî ranegirtine ku em li Sûriyeyê bimînin û alîkariyên mirovî ku hemû gelê Sûriyeyê heq dikin û mafên wan e, pêşkêş bikin. Tew, piştî wê erdheja bihêz jî, em li Sûriyeyê man û me ti carî gelê wê tenê nehişt û em dê bi wan re bimînin.

Rûdaw:  Du wisa difikirî ku Astana û hevcivînên din ên cuda bi tena serê xwe dikarin şerê Surîyeyê bi dawî bikin û divê platformeke nû bi beşdarbûna zêdetir aktoran were avakirin?

Stephane Dujarric: Bi nêrîna min, platformên me yên cuda hebûn, rêxistinên me yên cihêreng hebûn. Tew niha jî platformên ku tevahiya civaka sivîl li xwe digirin, hene. Ez ne piştrast im ku dê avakirina platformeke din çareserî be. Çareserî ew e ku yên desthilatdar bixwazin li hev bikin û li ser heman maseyê rûnin.

Rûdaw: Ez dê bi pirseke din hevpeyvîne bi dawî bikim. Şerê Ukrayna û Rûsyayê ji salekê zêdetir e berdevam dike. Pêşbîna NYyê çî ye?

Stephane Dujarric: Ez ne şaş bim, tu berî çend rojan li wê civîna rojnamegeriyê ya Sekreterê Giştî bûyî. Ew ne pir geşbîn bû ku dawiyekê ji hevrikiyê re bibîne. Me bi berdewamî hewldanên xwe yên baş ku dê hîn jî hebin pêşkêş kirine.

Digel vê yekê jî, rastî ev e ku tu egereke lezgîn ji bo danûstandinên li ser aştiyê nîne. Vê yekê çalakiyên wî neda rawesatandin, hewldanên wî ji bo kêmkirina bandora neyînî ya şerê Ukraynayê ne, ku ne tenê li ser gelê Ukraynayê lê bi rêya krîza xwarinê bandor li cîhanê jî kiriye.

Rûdaw: Gelekî spas ji bo beşdarbûna we.

Stephane Dujarric: Ez kêfxweş bûm.

 

Rudaw

Top