Muna Qehweçî: Referandûm peyama gelê Kurdistanê ya ji bo hemû cîhanê bû

Yek ji endamên desteya bilind a referandûmê, behsa roja referandûmê dike û amaje bi wê yekê dike ku tişta hate kirin peyama xelkê Kurdistanê bû ji bo hemû Iraq û cîhanê, ku têbigehin ew tişta hate kirin mafeke rewa yê gelê Kurdistanê ye.
Yek ji endamên desteya bilind a referandûmê Muna Qehweçî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Gelê Kurdistanê roja 25.09.2017ê de biryar da, ku çarenivîsa xwe diyar bike, ew jî ‘’Belê’’ ji bo Serxwebûna Kurdistanê bû. Referandûm encama zulm û sitem û nedadperweriyê bû, ku raboriyê de hikûmetên yek li dû yek ên Iraqê li ser Kurdistanê de anîn.’’
Herwaha got: ‘’Naha salvegerkî giring e û bi nirxe di dîroka siyasî ya Herêma Kurdistanê de. Destkeftekî dîrokî yê giring bû ji bo gelê Kurdistanê û hemû cîhanê re hate ragehandin. Aşkeraye ku Iraq a federal bi binpê kirina gelek madeyên destûra daîmî û hebûna gelek pirsgirêkên darayî û budce û îdarî û leşkerî û yasayî yên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê û neçareseriya wan bû sedem ku rêveberiya siyasî ya Herêma Kurdistanê fikra encamdana referandûmê bike. Herwaha bi wî awayî pirsgirêkan bi rêya gotûbêj û dîalogan ve çareser bike û vî alî ve jî gotûbêj berdewamin û asoya çareser kirina pirsgirêkan jî ronî ye.’’
Basnews