• Saturday, 27 July 2024
logo

Li Çewlîgê erd hejiya

Gulan Media September 25, 2023 Nûçe
Li Çewlîgê erd hejiya

Li navçeya Korxolê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 3.9 pileyan çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku li navçeya Korxolê ya Çewlîgê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej li navçeya Korxolê ya Çewlîgê di demjimêr 23:18an de çêbûye.

AFADê da zanîn ku hêza erdhejê 3.9 pile bûye.

AFADê herwiha destnîşan kir ku erdhej di kûrahiya 7 kîlometreyan de çêbûye.

Li aliyê din Rasatxaneya Kandîlliyê jî ragihand ku hêza erdhejê 4.0 e û kûrahiya wê jî 5 kîlometre ne.

 

Rudaw

Top