Li Iraqê helîkopterek leşkerî ket xwarê

Wezareta Berevaniya Iraqê bi daxuyaniyekî aşkera kir, li bajarê Kut ê Iraqê helîkopterek ket xwarê û kesên têde birîndar bûn.
Îro 25.09.2023yê Wezareta Berevaniya Iraqê bi daxuyaniyekî ragehand: ‘’Di dema derketina perwerde û rahênanê de helîkopterekî artêşa Iraqê ya taybet perwerdê, li binkeyê leşkerî yê esmanî yê Kut a ser bi rêveberiya bilind a hêzên esmanî, di encama xeletiyekî teknîkî de ketiye xwar û tîma helîkopterê jî birîndar bûne.’’
Herwaha hat ragehandin: ‘’Piştî bûyerê lijneyekî teknîk û hunerî li Wezareta Berevaniya Iraqê geheşt cîhê bûyerê, ku lêkolînê li ser bûyerê bike û xeletiya teknîkê aşkera bike.’’
Basnews