• Saturday, 14 September 2024
logo

Eyad Elawî: Min û Serok Barzanî red kir ku Sedam wek dîl em bibînin

Gulan Media September 26, 2023 Nûçe
Eyad Elawî: Min û Serok Barzanî red kir ku Sedam wek dîl em bibînin

Serokwezîrê berê yê Iraqê Eyad Elawî ragehand, wan û rêberê kurd Mesûd Barzanî berê red kirine ku Sedam Husên ê serokê dewleta Iraqê yê rejîma Beis wek dîl em li girtîgehê bibînin. Herwaha aşkera kir, pêşneyarekî fermandarê Sipaha Quds a Îranê Qasim Silêmanî ya ji bo wergirtina rêvebertî kirina şîeyên li Iraqê red kiriye û di bersivê de gotiye: ‘’Ez Iraqî û ereb û sekuler im.’’

Eyad Ellawî ji rojnameya Şerq El Ewset re ragehand, li gel hemû birînên keî yên di encama hewldana terorkirina bi destê rejîm Sedam, lê piştî girtina wî red kiriye ku serdana Sedam bike û wek dîl wî bibîne û diyar kir, rêberê kurd Mesûd Barzanî jî bi heman awayî red kiribû ku Sedam di wê rewşê de bibîne. ‘’Ji ber xirabe mirov bi riswabûna kesên din keyfxweş be.’’

Ellawî diyar kir ti demekî serdana Îranê nekiriye û red kiriye li derveyî Iraqê parsekiyê ji bo wergirtina paye û peywira serokwezîrtiyê bike.

Herwaha got, pêşneyarekî fermandarê Sipaha Quds a Îranê Qasim Silêmanî ya ji bo wergirtina rêveberiya erebên şîe li Iraqê red kiriye û di bersivê de jî gotiye: ‘’Ez Iraqî û ereb û sekuler im.’’

 

Basnews

Top