Partiya Çep a Kesk navê xwe diguhêre
Partiya Çep a Kesk navê xwe diguhêre û dike Partiya Gelan a Demokratîk.
Li gor zanyariyan, îro di civîna Civata Rêvebir a Partiya Çep a Kesk de dengdan li ser pirsa guhertina navê partiyê hatiye kirin û biryar hat dayîn ku navê partiyê bibe Partiya Gelên Demokratîk.
Civîn berdewam e û tê çaverêkirin piştî civînê daxuyaniyeke fermî li ser vê mijarê were dayîn.
Partiya Çep a Kesk li ser egera girtina HDPê bûbû navnîşana nû ya siyasetmedarên wê partiyê. Biryar e di 15ê meha bê de Partiya Çep a Kesk kongireya xwe saz bike û hesverokên xwe yên nû hilbijêrê û navê nû yê partiyê jî piştî kongireyê bi awayeke fermî biguhere.
K24