• Saturday, 27 July 2024
logo

Du hevjînên hev ên kurd di bûyerekî hatûçûnê de jiyana xwe ji dest dan

Gulan Media November 18, 2023 Civakî
Du hevjînên hev ên kurd di bûyerekî hatûçûnê de jiyana xwe ji dest dan

Du hevjînên ciwan ên kurd di rêya navbera Seqiz û Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, ji ber li hevdana otomobîla wan a li gel otomobîleke din jiyana xwe ji dest dan.

Çapemeniya Rojhilatê Kurdistanê ragehand, di rêya serekî ya di navbera Seqiz û Bane de, otomobîla Sadiq Mihemed Muradî û Evîn Rehîmî ku hevjînê hev in, li gel otomobîleke din li hev dan û di encamê de bi giranî birîndar bûn. Piştî rojek mayîna li nexwaşxaşxaneyê Evîn Rehîmî jiyana xwe ji dest da û piştî wê jî hevjînê wê yê bi navê Sadiq Mihemed Murad jî ji ber birînên wan giranbû jiyana xwe ji dest dan.

Ew herdu hevjînên ciwan salek bû zewicîbûn û li gel yek dukaneke tiştên destû du li bajarê Bokanê danîbûn, ku ew tiştane li Başûrê Kurdistanê dikirîn û li wê derê difrotin. Roja ku bûyer pêkhat jî ji bo bên sînor û cilûbergên destê du ango bale ji sînor wergirin dihatin.

 

Basnews

Top