• Saturday, 27 July 2024
logo

Dê û keç di asansorê de hatin xeniqandin

Gulan Media November 20, 2023 Civakî
Dê û keç di asansorê de hatin xeniqandin

 Li navçeya Salîhliyê ya Manîsaya Tirkiyeyê dê û keçek di asansorê de hatin kuştin.

Cîranê wan dema xwest bi asansorê dakeve xwarê, di asansorê de termên Devrîm Guler (48) û keça wê Doga Etyemezê (18) dîtin.

Piştî agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê destnîşan kir ku her du jin mirine.

Li gorî lêkolînên ewil, dê û keç hatine xeniqandin.

Piştî lêpirsîn û lêkolînan derket holê ku gumanbar cîranê wan ê bi navê A.Y. ye.

A.Y. piştî bûyerê çûye Enqereyê lê li wê derê hat desteserkirin.

 

Rudaw

Top