Li beşekî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê lehî rabûn
Li parêzgeha Îlam a Rojhilatê Kurdistanê piştî baranên tund, lehî rabû û ji ber wê jî dibistan hatin daxistin û parêzgarê Îlamê jî hişyarî da, ku xelk tiştên pêwîst bi taybetî jî ava vexwarinê ji bo xwe rabikin û hildin.
Seqanasiya Îranê jî hişyariya asta sor ragehand û pêşbîniya barîna baranên tund û egera rabûna lehiyan li çend parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û başûrê Îranê dide.
Parêzgehên Xuzistan, Çwarmehal û Bextiyarî, Kohgîluye û Buyer Ehmed, Bûşehr, Îlam, Loristan, Kirmaşan, Kurdistan (Sine) navçeya Bakurê Rojavayê Parêzgeha Fars û bilindayiyên naverasta Elburz li wan parêzgeh û navçeyan, ji bo wan deverane agahdarî û hişyariya asta sor hat ragehandin.
Li gor daxuyaniya rêveberê giştî yê seqanasiyê Sadiq Ziyayan dê barîna baranê berdewam bike û egera bakurofe û bahozeke bihêz jî heye.
Basnews