• Saturday, 27 July 2024
logo

Lîstikvanê Kurd Almanya hejand

Gulan Media November 26, 2023 Corane
Lîstikvanê Kurd Almanya hejand

Stuttgartê li deplasmanê bi golên lîstikvanê Kurd Denîz Undav Eintracht Frankfurtê 2-1 têk bir.

Li Almanyayê di 12emîn hefteya Bundesligayê de tîmên Eintracht Frankfurt û Stuttgart li Stadyûma Deutsche Bank Parkê hatin hemberî hev.

Lîstikvanê Stuttgartê yê Kurd Denîz Undav di xulekên 1emîn û 45emîn de 2 gol avêtin.

Di xuleka 26an de lîstikvanê Stuttgartê Waldemar Anton li ser navê Eintracht Frankfurt golek avêt xwe.

Stuttgartê bi her du golên Denîz Undav li deplasmanê Eintracht Frankfurtê 2-1 têk bir.

Stuttgart di 3 hefteyên dawî de bi ser ket û di Bundesligayê de bi 27 puanan di rêza 3yemîn de cih digire.

Herwiha Eintracht Frankfurt jî bi 18 puanan di rêza 12an de cih digire.

Denîz Undav kî ye?

Denîz Undavê ku bi eslê ji parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di sala 1996an de li bajarê Achimê yê Almanyayê ji dayik bûye.

Top