Li girava Lesbosê keştiyek bin av bû: 13 kes winda bûn
![Li girava Lesbosê keştiyek bin av bû: 13 kes winda bûn](https://www.gulanmedia.com/public/images/posts/20231126155804_original_46.jpg )
Li nêzikî girava Lesbosê ya Yunanistanê keştiyeke bin av bû, 13 kes winda bûn.
Li nêzikî girava Lesbosê ya Yunanistanê keştiyeke bar a bi ala Komorê bin av bû.
Ji 14 muretebatên ku di keştiyê de bûn tenê muretebatek hatiye rizgrarkirin û 13 kesên jî winda ne.
Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlehiya Peravan a Yunanistanê saet derdora 7ê sibehê keştiyek xera bûye û sînyal şandiye.
Hêzên Ewlehiya Peravan a Yunanistanê ragihandin ku piştî demekî keştî ji radarê winda bûye.
Li aliyê din hêzên Yunanistanê dan zanîn ku di keştiyê 2 muretebatên Sûriyeyî, 4 Hindî û 8 Misirî hebûne.
Ji wan tenê yek bi saxî hatiye dîtin û bi helîkoptereke hêzên deryayî hatiye rizgarkirin.
Li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirin berdewam dikin.
Rudaw