• Saturday, 27 July 2024
logo

Çar hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê bûn qurbana gule berdana keyfxwaşiyê ya çekdarên PKKê

Gulan Media November 27, 2023 Nûçe
Çar hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê bûn qurbana gule berdana keyfxwaşiyê ya çekdarên PKKê

Çekdarê PKKê di salvegera damezrandina partiya xwe de gule û fîşekên keyfxweşiyê berdanû ji ber wê çar hemwelatiyên bajarê Dirbêsî ya Rojavayê Kurdistanê ber wan guleyan ketin û yek ji wan jî zarok e.

Duh 26.11.2023yê hemwelatiyên Dirbêsiyê bi avêtina gule û fîşekên zêde rastî şok û tirsê hatin û piştre jî aşkera bû ku ew gule û fîşek ji bo keyfxweşiyê ye û çekdarên PKKê bi boneya salvegera damezrandina PKKê avêtine.

Li gor zanyariyên çapemeniya Rojavayê Kurdistanê, çar hemwelatiyên bajarê Dirbêsiyê ji ber wê gule berdana ketober a çekdarên PKKê berketine ku navên wan jî waha ye: Nesrîn Mihemed Ezîz a temen 9 salî, husên Mistefa yê temen 30 salî, Lorîn Remezan Kalo ya temen 29 salî û Mihemed Luey Tofîq ê 18 salî ne.

Li gor zanyariyan otomobîlên hewarçûnê ji bo çareseriyê ew herçar birîndar ji bo nexwaşxaneya Qamişlo veguhestine.

Duh êvari çekdarên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya ser bi PKKê li gelek bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê, bi boneya salvegera damezrandina PKKê (27.11.1978) gule û fîşek berdan û lîstokên agirî li esman pêkanîn.  

 

Basnews

Top