• Saturday, 27 July 2024
logo

PDK sibe mîtîngekî mezin ji bo nasandina berbijêrên xwe yên li Kerkûkê pêktîne

Gulan Media November 27, 2023 Nûçe
PDK sibe mîtîngekî mezin ji bo nasandina berbijêrên xwe yên li Kerkûkê pêktîne

Biryare sibe 28.11.2023yê PDK mîtîngeke mezin ji bo nasandina berbijêrên xwe yên li bajarê Kerkûkê pêkbîne.

Endamê lijneya amadekar a mîtîngê Firset Seyid Şikur ji BasNewsê re ragehand, mîtîng sibe dê bi ahengeke girseyî ya berfireh ve birêve biçe û li salona Layv City -2 ya bajarê Kerkûkê birêve diçe û demjimêr 14:00ê destpê dike.

Herwaha got, mîtîng ji bo nasandina hemû berbijêrên PDKê ye û piştre jî karnameya lîsteya PDKê ya ji bo parêzgeha Kerkûk û temamê navçeyên Kurdistanî dê bê aşkera kirin.

 

Basnews

Top