• Saturday, 27 July 2024
logo

Serokwezîr kargeha Van Steel ve kir

Gulan Media November 28, 2023 Nûçe
Serokwezîr kargeha Van Steel ve kir

Sermayeya kargehê zêdetir ji 300 miliyon dolare.

Kêliyek beriya niha Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî kargeha hesin ya bi navê Van Steel li Hewlêrê vekir.

Ev kargeha han yaku, bi sermayeya zêdetir ji 300 miliyon dolar hatiye avakirin dikare zêdetir ji 700 hezar ton hesin bi şikil û qiyasên cuda cuda berhem bîne.

Herwiha bi vekirina vê kargeha han 6 hezar derfetên karî jî hatine afirandin.

Serokwezîr di merasîma vekirinê de gotareke kurt pêşkêş kir û ragihand ku, rixmî kêşe û arîşeyan berdewam dibin li ser ava kirina jêrxaneke bihêz bo welat û lazime welat were avakirin.

Serokwezîr tekez li ser vê yekê jî kir ku, hewl didin Kurdistan jî bibe xwede jêrxaneke bihêz ya abûrî û pîşesazî.

Mesrûr Barzanî bi kurtî ev yek diyar kir ku, bo pêşde birina zêdetir ya welat pêdivî bi qanûna federalî ya petrol û gazê heye û xalên hevbeş yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de zêdetirin ji kêşeyan û şanda herêma Kurdistanê duhê li Bexdayê hevdîtinê baş kiriye û hevdîtinên şanda han vê îro jî bidomin.

Top