Li Bexda zarokek bi îşkencê canê xwe ji dest da
![Li Bexda zarokek bi îşkencê canê xwe ji dest da](https://www.gulanmedia.com/public/images/posts/20231128130125_original_3.jpg )
Li bajarê Bexda ya paytexta Iraqê zarokek bi îşkencê canê xwe ji dest da û hêzên ewlehiyê jî dayîk û bavê wî zarokî girtin.
Îro 28.11.2023yê çapemeniya iraqê ragehand, zarokek piştî rastî tundiya malbatî hat jiyana xwe ji dest da.
Herwaha hat ragehandin, piştî ku dayîk û bavê wî zarokî, ew gehandine nexwaşxaneya li navçeya Şuile ya Bexdayê jiyana xwe ji dest daye û dayîk û bavê wî zarokî hatine girtin.
Li gor heman çavkaniyê ew zarokê ku jiyana xwe ji dest daye temenê wî 5 sale û bi îşkencê canê xwe ji dest daye û li gor raporta bijîşkî jî ew zarok rastî tundî û îşkenceya fîzîkî hatiye û wek pêwîst xwarin û vexwarin jî jê re nehatiye dayîn.
Basnews