• Saturday, 27 July 2024
logo

Îraq: Em dixwazin kempa Hol dabixin

Gulan Media November 29, 2023 Nûçe
Îraq: Em dixwazin kempa Hol dabixin

Dibêje hewl bo vegerandina welatiyên Îraqî didin.

Şêwirmendê ewlekariya nîştimanî ya Îraqê Qasim Erecî ragihand ku, hebûna kempa Hol li Sûriyeyê di pêşerojê de dibe metirsiyeke mezin bo ser ewlekariya deverê lewre steratejiya Îraqê li hember vê kempa han daxistina vê kempê ye.

Qasim Erecî diyar kiriye ku, niha Îraq hewl dide daku, welatiyên xwe yên li vê kempê vegerîne Îraqê.

Weke tê zanîn kempa Hol li parêzgeha Hesekê ya li Rojavayê Kurdistanê ye û têde zêdetir ji 50 hezar kesûkarên DIŞI dimînin ku, piraniya wan Îraqî ne.

Top