• Saturday, 27 July 2024
logo

Mirîşk û hêkên Kurdistanê di demeke nêzîk de dê bên hinardekirin

Gulan Media November 30, 2023 Nûçe
Mirîşk û hêkên Kurdistanê di demeke nêzîk de dê bên hinardekirin

Hilberîna mirîşkan li Herêma Kurdistanê gihiştiye asta têra xwe, Wezareta Çandiniyê jî amadekariyên hinardekirina hêk û goştê mirîşkan dike.

Rêveberê Giştî yê Çandiniyê yê Hewlêrê Hêmin Seyid Murad ji K24ê re ragihand, “Niha hilberîna me ya mirîşkan ji asta têra xwe zêdetir e. Me pêdiviyên xwe yên navxweyî dagirtiye û pêwîstî bi hinardekirinê heye.

Hêmin Seyid Murad got jî: “Ji ber wê, niha em hewl didin hêk û goştê mirîşkan hinardeyî welatên derve bikin.”

Got jî: “Par komîteyek ji Îmaratê serdana Herêma Kurdistanê kiribû û bi giringî ev babet şopandin. Hin berhemên Herêmê ji bo lêkolînê, bo wî welatî hatin şandin, di demek nêzîk de dê berhemên Herêma Kurdistanê bo welatên Kendavê bên hinardekirin.”

Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeke mezin daye sektora çandiniyê, wek beşek ji geşepêdana aborî de û ji bo parastin û zêdekirina berhemanîna navxwe jî, piştevaniya cotkarên Herêma Kurdistanê kiriye. Di heyama du salên borî de jî, Herêma Kurdistanê beşek ji berhemên xwe yên navxwe hinardeyî welatên din kiriye.

Di pêngava dawî de, bi serperiştiya rasterast a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, du ton hingivê Kurdistanê ji bo Qeterê hat hinardekirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê duhî ragihandibû, Di çarçoveya cîbicîkirina karnameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo pirrengkirina aborî, piştevaniya cotkaran û bihêzkirina sektora taybet, du ton hingivê Kurdistanê yê bi kalîteya bilind, bi riya asmanî gihîşt dewleta Qeterê.

 

 

K24

Top