• Saturday, 27 July 2024
logo

Li taxeke kevn a Hewlêrê cenazeyek hat dîtin: ‘Bi keviran hatiye kuştin’

Gulan Media December 9, 2023 Civakî
Li taxeke kevn a Hewlêrê cenazeyek hat dîtin: ‘Bi keviran hatiye kuştin’

 Li taxa Xaneqayê ya Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê cenazeyê ciwanekî hat dîtin.

Li gorî zanyariyên destpêkê cenazeyê kesekî 30 salî li taxa Xaneqayê ya Hewlêrê, li pişt Parka Şarê û li nêzîkî sûka sereke ya bajêr hat dîtin.

Hat ragihandin ku kesê ku cenazeyê wî hatiye dîtin ji Îraqê ye û ne şêniyê Herêma Kurdistanê ye.

Nûçegihana Rûdawê Helebce Sadûnê ji cihê bûyerê ragihand ku cenaze demjimêr 11:00ê ji aliyê karmendekî hêzên ewlehiyê ve ku du rojan carê serekî li wir dixe ve hatiye dîtin.

Nûçegihana Rûdawê Helebce Sadûnê ragihand:

“Li cihê bûyerê şopên xwînê tên dîtin û ciwan bi keviran hatiye kuştin, ti tişt, pere û nasname li ser wî nebûne, dibe ku ji aliyê kujer ve hatibin birin.”

Hêzên ewlehiyê li ser bûyerê lêkolînê dikin û cenaze ji bo bijîşkiya dadî hatiye veguhastin.

Nûçegihana Rûdawê herwiha anî ziman:

“Welatî gazinan dikin ku ji ber valabûna wî cihî bi şev kesên biyanî lê dimînin û heta niha çend bûyerên bi vî rengî rû dane.”

Li gorî amarên hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê sala borî li 183 haletên kuştina bi zanebûn, 32 haletên kuştina bi şaşî û 240 haletên xwekuştinê hatine tomarkirin.

 

Rudaw

Top