• Saturday, 27 July 2024
logo

Piştîwan Sadiq: Hikûmeta Iraqê ji bo şandina mafên darayî roj bi roj astengiyan derdixe

Gulan Media December 10, 2023 Nûçe
Piştîwan Sadiq: Hikûmeta Iraqê ji bo şandina mafên darayî roj bi roj astengiyan derdixe

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, hikûmeta federal ji bo astengkirina şandina mûçeyên Herêma Kurdistanê, şert û mercên din danîne.

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yên Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq ragihand: “Hikûmeta Iraqê ji şanda Herêma Kurdistanê re gotiye, eger em mûçeyan bişînin jî, em dikarin ji sedî 60 ji mûçeyan bişînin, divê Herêma Kurdistanê ji sedî 40 ê mûçeyan, ji dahata xwe dabîn bike.”

Sadiq diyar kir: “Hikûmeta Iraqê merceke din jî daniye, ew jî divê Herêma Kurdistanê hemû dahatên xwe yên navxweyî radest bike.”

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî amaje bi wê yekê kir, li ser vê babetê şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê di demeke nêzîk de serdana Bexdayê bike.

Her çend biryar bû hefteya borî 700 milyar dînar ji bo dabînkirina mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, biketa ser hesabê bankê yê Wezareta Darayî û Aborî, lê heta niha Hikûmeta Federal neşandiye, ku li gor rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, pêwîst e Hikûmeta Federal bo mehên 7,8 û 9 mehane 700 milyar dînar wek deyn bide Herêma Kurdistanê, heta ku yasaya bûdceya Iraqê bikeve warê cibicîkirinê û bûdceya Herêma Kurdistanê bê şandin.

Piştî serdana şandeke payebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî bo Bexdayê û civîna li gel her sê serokatî û aliyên siyasî yên Iraqê. Encumena Wezîrên Iraqê di civîna 19.7.2023an biryar da ku mûçeyên sê mehên karmendên Herêma Kurdistanê ku mehane 700 milyar dînar e, bi giştî du trilyon û 100 milyar dînar were şandin û mehane 700 milyar dînar bi rêya her sê bankên Reşîd, TBI û Rafideen / şaxê Hewlêrê, bikeve ser hesabên bankî yên Wezareta Darayî. Heta niha mûçeyên du mehan hatine şandin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew dabeş kirine, lê heta niha mûçeyên meha Îlonê nehatine şandin.

 

Basnews

Top