• Saturday, 27 July 2024
logo

53 jinên ji dawetekê vedigeriyan hatin revandin

Gulan Media February 6, 2024 Corane
53 jinên ji dawetekê vedigeriyan hatin revandin

Li eyaleta Kanoyê ya Nîjeryayê 53 jinên ji dawetekê vedigeriyan hatin revandin.

Komîserê Ewlehiya Navxwe ya Eyaleta Kanoyê Nasiru Muaz ragihand kesên ku li gundê Damariyê yê li herêma Sabûwayê ji dawetê vedigeriyan rastî êrişa bi çekan hatin.

Nasiru Muaz diyar kir ku di êrişê de 53 jin hatin revandin.

Berdevkê Polîsên Kanoyê Ebûbakar Aliyu jî êriş piştrast kir û got ku wan hêzên ewlehiyê şandine herêmê û xebatên rizgarkirinê hatine destpêkirin.

Li Nijeryayê tevî ku cezayê revandinê îdam e, revandinên ji bo fidyeyê gelek caran çêdibin.

Çekdar bi giştî gund, dibistan û rêwiyan li bakurê welêt dikin hedef û li wê derê ji bo fîdyeyê welatiyan direvînin.

Rudaw

Top