• Saturday, 27 July 2024
logo

Serokê herêmê li gel Organîzatorê balyozxaneya Amerîkayê civiya

Gulan Media February 15, 2024 Nûçe
Serokê herêmê li    gel Organîzatorê balyozxaneya Amerîkayê civiya

Di civînê de behsa çend mijaran hatiye kirin.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke balyozxaneya Amerîkayê bi Serokatiya Organîzatorê karûbarê vê balyozxaneyê David Berger kir.

Di civînê de giftûgo derbarê têkiliyên Amerîkayê yên li gel Kurdistan û Îraqê, kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareser kirina wan, rol û pêgeha Îraqê li ser asta dever û cîhanê, êrîşên ser hêzên hevpeymanan li Îraqê û rewşa herêma Kurdistanê hate kirin.

Her du aliyan nêrînên xwe y ên derbarê rewşa ewlekarî ya li Îraqê, aloziyên deverê û rola hêzên hevpeymanan lihev veguhastin û tekez li ser girîngiya parastina aramiyê li Îraq û deverê de kirin.

Her di heman civînê de nîqaş derbarê çend mijarên cîhê girîngiya hevbeş hate kirin.

 

Top