• Saturday, 27 July 2024
logo

Hevjîna Ebubekir Bexdadî nepeniyên hevjînê xwe yê hatî kuştin aşkera kir

Gulan Media February 16, 2024 Nûçe
Hevjîna Ebubekir Bexdadî nepeniyên hevjînê xwe yê hatî kuştin aşkera kir

Hevjîna Ebubekir Bexdadî emîrê pêşiyê yê rêxistina terorestî a DAIŞê îro 15.02.2024 cara yekem çend nepeniyên di derbarê hevjînê xwe yê hate kuştin de aşkere dike û dibêje, hêvî û daxwazên wî yên bo jinan wisa lê kiribû ku dewleta Îslamî ya DAIŞê biguhere dewleta jinan.

Kanala El Erebiye piştî 5 sal kuştina  Ebubekir Bexdadî, yekem car hevdîtineke televezyonî ya li gel hevjîna Ebubekir Bexdadî, Esma Mihemed belav kir ku di wê hevdîtinê de hindek nepenî ango tiştên veşartî yênbalkêş ên  di derbarê jiyana Bexdadî de aşkere dike.  

Hevjîna Ebubekir Bexdadî ku vê gavê ji aliyê hikumeta Iraqa Federal de destbisere, baldikêşe ser wê ku Bexdadî zêdetir ji 10 keçên kurd yên Êzidî kiribû cariyeyên xwe û destdirêjî li ser wan kiriye.

Herwaha eve jî aşkera kiriye ku Bexdadî di wê dema xwe ya emîrtiya DAIŞê de, keça Iraqî ya jêr temenê 13 saliyê ji bo xwe kiriye hejîn, ango li xwe mar kiriye, ku wê demê ew keça biçûk di temenê keça wî bi xwe de bûye.  

Esma Mihemed behsa wê dike ku dema cara yekem zaniye ku hevjînê wê destê wî di karên terorîstî de hebûye, wê dem sala 2008 li Samerra zanyarî gehştine destê wê ku Bexdadî ji aliyê Amerîkayê ve hatiye daxwazkirin, ji ber ku aşkera bûye ku miftiyê DAIŞê bûye.  

Herwaha di derbarê hejmara zarokên Bexdadî de jî dibêje ku zaniyariyên wê li ser nîne ku çend zarokên wî hene û herwaha di derbarê hejmara hevjînên Bexdadî de jî amaje bi wê dike ku Bexdadî hertim tekez dikir ku li gel wî nêrîn û ramanên hevjîn û dayîkên zarokan girîng nîne û ew bi xwe biryarê li ser jiyan û malbata û zarokên xwe dide.

 

 

Basnews

Top