• Saturday, 27 July 2024
logo

12 kes ji malbata xwe kuştin, polîsan jî ew kuşt

Gulan Media February 17, 2024 Nûçe
12 kes ji malbata xwe kuştin, polîsan jî ew kuşt

 Li eyaleta Kirmanê ya li başûrrojhilatê Îranê kesekî bi kalaşnîkofê 12 xizmên xwe kuştin.

Li gorî nûçeya IRNAya ajansa fermî ya Îranê, li navçeya Faryabê ya eyaleta Kirmanê di encama nakokiyên navxweyî de, kesekî danê sibê bi kalaşnîkofê êrişî mirovên xwe kir.

Wî kesî bav û birayê wî jî di nav de, 12 kes ji malbata xwe kuştin ku li malên cuda bûn.

Êrişkarê 30 salî yê ku piştî bûyerê reviya, di operasyona ekîbên polîsan de hat kuştin.

 

Rudaw

Top