• Saturday, 27 July 2024
logo

Tammy Ames: Em peywendiyên Kanadayê bi Herêma Kurdistanê re ber bi qonaxeka nû ve dibin

Gulan Media February 20, 2024 Nûçe
Tammy Ames: Em peywendiyên Kanadayê bi Herêma Kurdistanê re ber bi qonaxeka nû ve dibin

Birêvebera Nivîsîngeha Balyozxaneya Kanadayê li Herêma Kurdistanê amajeyê dide, “Em dê peywendiyên Kanadayê bi Herêma Kurdistanê re ber bi qonaxeka nû ve bibin”. Herwesa dibêje, “Kanada li ser dabînkirina paşerojeka baştir ji bo Herêma Kurdistanê pabend e”.

Birêvebera Nivîsîngeha Balyozxaneya Kanadayê li Herêma Kurdistanê Tammy Ames îro (Duşem, 19.02.2024) di merasîmên 10 saliya vekirina Nivîsîngeha Balyozxaneya Kanadayê li Hewlêrê de ragehand, “Em dê peywendiyên Kanadayê bi Herêma Kurdistanê re ber bi qonaxeka nû û pêşkeftî ve bibin”.

Birêvebera Nivîsîngeha Balyozxaneya Kanadayê amaje da, “Ji bo Kanada û Herêma Kurdistanê giring e ku peywendiyên aborî û civakî yên navbera xwe pêş bixin, xasma ji bo baştirkirina rewşa kiçan û peydakirina derfeta aborekê baştir û jîngeheka guncayîtir”.

Tammy Ames tekez jî kir, “Kanada dê li ser piştevanîkirina Herêma Kurdistanê û pêşkêşkirina arîkariyan berdewam be”. Herwesa got, “Pêdivî ye jiyaneka guncayîtir û baştir ji bo xelkê Herêma Kurdistanê bê dabînkirin”.

Navbiriyê herwesa pabendiya welatê xwe ji bo dabînkirina paşerojeka baştir ji bo Herêma Kurdistanê û xelkê wê tekez kir.

Herwesa amaje da, “Tevî ku ev demekê kêm e Kanada li Herêma Kurdistanê ye, lê peywendî û dilsoziyeka zêde û rijd di navbera her du aliyan de çê bûye”.

 

K24

Top