• Saturday, 27 July 2024
logo

Hingivê Bedlîsê li Parîsê xelata ‘’Hingivê Zêrîn’’ bidest xist

Gulan Media February 24, 2024 Corane
Hingivê Bedlîsê li Parîsê xelata ‘’Hingivê Zêrîn’’ bidest xist

Mêşvanê xelkê Bedlîs a Bakurê Kurdistanê Serdar Nevzat Ersan, ji bo beşdarî pêşbirka hingivê herî baş a li Parîs a paytexta Fransayê bû, ku hingivê Bedlîsê yê li zozanên bilind tê berhemanîn xwedî dewlemendiyekî xwezayî ya giring e.

Li gor nûçeya Ajansa Anadolu ya zimanê fermî yê Tirkiyê ye, piştî kontrolên li ezmûngeh û labaratuvaran û testên hatin kirin, asta prolîn, polen û dîastaz a hingivê Bedlîsê zêdetirî standartan derket û di nav hingivê 45 welatan û zêdetirî 200 cureyên hingiv ên beşdarî pêşbirkê bûne de xelata ‘’Hingivê Zêrîn bidest xist.’’

Mêşvanê xelkê Bedlîs a Bakurê Kurdistanê Serdar Nevzat Ersan ji rojnamevanan re ragehand, em hingivê xwe di her qonaxekî de li gor pîvanên xwezayî hilberîn dikin. Îsal jî di pêşbirka li paytexta Fransayê Parîsê de me beşdarî kir û xelatê ‘’Hingivê Zêrîn’’ me bidestanî.

Herwaha got, sala borî jî li paytexta Brîtanyayê Londonê xelata ‘’Hingivê Zêrîn’’ me bidest xistibû û ragehand: ‘’Li gel xelata îsal a me li Parîsê bidestxistî, ev duyem xelata ‘’Hingivê Zêrîn’’e Bedlîs bidest dixe û em bi vê serbilind in. Hingivê em berhemtînin hingivê kovanê reş e û di nav 45 welatan de zêdetirî 200 cureyên hingiv beşdarî pêşbirkê bûn û hingivê Bedlîsê wek ‘’Hingivê Zêrîn’’ xelat bidestxist. Tiştê ku dihêle hingivê Bedlîsê ewqas baş û bêhempa be, zozonên me ne. Li zozanên me bi sedan cure giyayên endemîk û tibbî û bijîşkî hene.’’

 

Basnews

Top